Şeva Yelda ya Yekmalê, 2023, Berlin
Nivîs ji aliyê: Shaswar Mame
Li Kurdistanê û gelek welatên Rojhilata Navîn di 21’ê Berfanbarê de Şeva Yelda an Şeva Çile (Şevçile) tê pîrozkirin. Yelda şeva herî dirêj a salê ye û dikeve roja dawiya payîzê û şeva destpêka zivistanê.
Dîroka Şeva Yelda vedigere serdema baweriya mîtrayîzmê – berî hizaran salan. Peyva Yelda di zimanê Suryanî de tê wateya jidayikbûnê. Li gor baweriya mîtrayîzmê di vê şeva dirêj de xwedayê roj û ronahiyê Mîtra ji dayîk bûye.
Yelda di serdema îro de ji aliyê gelek gel û baweriyên dêrîn ên ku paşxana wan a mîtrayîzmê heye û ji axa mezopotamya û çiyayên Zagrosê ne, bi awayên cur bi cur tê pîrozkirin.
I Şeva Yelda li Kurdistanê
Şeva Yelda li Kurdistanê weke kevneşopiyek niha herî zêde li rojhilat û başûrê Kurdistanê ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin. Piştî ku roj diçe ava û cihê xwe ji şevê re dihêle, malbat li dora sifreyek ku bi gelek xwarin, vexwarin, fêkî, şêrnahî û çerezan hatiye xemlandin kom dibin. Berê ew xwarin û vexwarin dihatin amadekirin ku li gund û bajarên wan dihatin berhemanîn. Herî zêde hinar, gûz, tirî, mewîj, hêjîrên hişk, çay û şêrnahî. An jî hemû berhemên di bihar, havîn û payîzê de ji bo zivistanê hatine komkirin. Lê di serdema niha de xwarin û vexwarinên din jî tên amadekirin. Herweha di vê şevê de agir an mûm tên pêxistin. pirtûkên helbestên klasîk cihê herî bi heybet li ser sifreyê digirin. Li cem kurdan herî zêde dîwana Nalî di şeva Yeldayê de tê xwendin.
Nalî (1800 – 1856) helbestvanekî navdar ê Kurdistanê ye. Helbesteke wî ya bi nav û deng ji bo Şeva Yeldayê heye ku wisa dest pê dike:
Şewî Yelda ye, ya deycur e emşew
Ke dîdem dûr le to bênûr e emşew?!
Di vê şevê de, tevî xwendina helbestan stran jî tên gotin. Amûrên weke Tembûr, Def, Dutar û Sêtar cihekî girîng digirin. Herweha di vê civatê de gelek axaftin li ser mijarên curbicur tên kirin. Li hinek herêman saziyên çandî bernameyek berfireh ji bo pîrozkirina vê cejnê li dar dixin û gelek kes bi rengên xwe yên gelêrî tevlî dibin, lê zêdetir malbat di nava xwe de Şeva Yeldayê pîroz dikin. Ji ber vê Şeva Yelda weke şeva hevdîtin û kombûna malbatê jî tê binavkirin.
I Felsefeya Şeva Yelda
Mirovên dêrîn ên ser axa Kurdistanê berî hezaran salan li pey dîtina rê û rêbazên curbicur bûne ji bo pêşxistina jiyana xwe. Ji bo xweparastin û peydakirina debara xwe li derdora çiya, newal û deştan belav bûne. Ji bo cilûberg, xwarin û vexwarinên xwe çavên xwe li ser erdê gerandine.
Van mirovan gav bi gav heqîqetên xwezayê nas kirine. Bi viya jî neseknîne, li pey zanîn û hînbûnê bûne. Xwestine karûbarên xwe li gor şertûmercên xwezayê û avûhewayê bi pêş ve bibin. Gavek mezintir avêtine û lêgerîna stêrknasiyê kirine. Diyarkirina wextên sal û demsalan, wextên guhertinên xwezayê berhema vê lêgerînê ye. Wan karîn şeva herî dirêj a salê û şeva herî kurt a salê diyar bikin. Wan sîstemek ava kir ku îro em jê re dibêjin Newroz û Çileya zivistanê.
Berhemên vê lêgerînê hêdî hêdî di çarçoveya sîstemeke hizrî de kom bûn. Piştre weke Mîtrayîzm hat bi navkirin. Naveroka peyama mîtrayîzmê ev e: Meriv bi berfirehî li derdora xwe binêre û sîstemek ji bo birêvebirina jiyana xwe ava bike ku hem ji xwezayê be hem jî mirovparêz be. Hûn îro dikarin rihê vê hizr û çandê bi taybet di nava Êzîdî, Elewî û Yarsanan de an her bawerî û çandeke din ku ji vê kokê tê, bibînin.
I Belavbûna Mîtrayîzmê li Ewropayê
Kêrhatin û girîngiya zanist û ramanên mirovên mîtrayî bûn sedema derbaskirina sînoran û belavbûna çand û hizrên wan ber bi welatên dûrtir.
Bi taybetî piştî ku mîtrayîzm derbasî împaratoriya Romayê bû û weke ola fermî hat pejirandin, mîtrayîzm li Ewropayê belav bû. Di vê pêvajoyê de gelek sembol û hêmanên çanda Kurdistanê û derdora wê derbasî Ewropayê bûn.
Bandora çanda Mîtrayîzmê ewqas mezin bû, dema ku baweriya Kristiyanî di împratoriya Romayê de cihê mîtrayîzmê digire, ev çand wenda nabe û bi hin guhertinan derbasî ola Kristiyanî dibe. Piştî serhildana ola Kristiyanî Salnameya Julian ji bo Salnameya Gregorian guherî. Şeva Yelda jî ji şeva jidayikbûna Mîtra bû şeva jidayikbûna Îsa. Heta niha jî cîhê zanista stêrknasiyê û çand û kevneşopiyên wan di salname û pîroziyên dinyaya îro de li ber çavan e.