Di 19'ê Gulana 2025'an de, çalakiya me ya duyem a sînemayê di çarçoveya bernameyên "Dêngên Kurdî li Berlînê" de li Navenda Malbatan a Rengînê pêk hat. Mijara gotûbêja vê carê fîlmê "Kleine Freiheit / Azadiya Biçûk" a derhêner Yüksel Yavuz bû. Yüksel Yavuz bixwe jî tevlî gotûbêjê bû û bi awayekî zindî pirsên beşdaran bersivand. Gotûbêja me bi zimanê Kurdî û Almanî hate lidarxistin. Sîdar Bayram Orhan moderatorê Kurdî bû û axaftin ji aliyê Xemsê ve hatin wergerandin.
Di bernameyê de mijarên sereke yên fîlmê hatin nîqaşkirin û axaftinên balkêş li ser gelek mijaran derketin holê. Derhêner bi awayekî balkêş behsa serpêhatiyên xwe yên di çêkirina fîlm de û paşxanên siyasî, hunerî û koçberî yên ku bandor li ser karê wî kirine kir. Wekî din, mijarên mîna girîngiya sînema û zimanê Kurdî, pêşketin, kêmasî û bêderfetiyên sînemaya Kurdî, di fîlman de bikaranîna muzîkê, serpêhatiyên cudakarî û nijadperestiyê, koçberî, traumayên kevn, jiyana li diyasporayê û lêgerîna nasnameyê hatin axaftin.
Piştî bernameyê derhêner û beşdaran hestên xwe yên kêfxweşiyê anîn ziman. Meriv dikare bêje ku bername hem ji bo derhêner hem jî ji bo hemû bêşdaran bû serpêhatiyeke pir xweş ku nayê jibîrkirin.
Gelek spas ji bo derhênêr Yüksel Yavuz, ji bo berpirsiyarê “Rojên Sînemayê” Sîdar Bayram Orhan, ji bo kordinatorê “Dengên Kurdî li Berlînê” Dawid Yeşilmen, ji bo berpirsiyarê “Rojên Wêjeyê” Hemza Altûn û helbet ji bo hemû beşdarên ku bi pirs û şîroveyên xwe ev çalakî dewlemend kirin.
Her du hefte carekê, duşema yekemîn û sêyemîn a mehê di navbera demjimêr 18:00 û 21:00’an de, li Navenda Malbatan a Rengînê, bernameyên me berdewam dikin.
Em hêvî dikin ku hûn bêşdarî çalakiyên me yên pêşerojê jî bibin!