Di çarçoveya Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî de, em we bi kêfxweşî vedixwînin temaşekirina filmê Min Dît û gotûbêja bi derhêner Miraz Bêzar re. Bername wê bi nîşandana fîlm dest pê bike û piştre bi derhêner Miraz Bêzar re li ser fîlmê Min Dît û sinemaya Kurdî gotûbêjek tê lidarxistin. Derhêner dê beşdarî gotûbêjê bibe û pirsên we bibersivîne. Gotûbêj bi Kurdî û bi wergera Kurdî-Almanî dê were birêvebirin.
Fîlmê Min Dît li Amedê hatiye kişandin. Gulistana deh salî, birayê wê yê hinekî jê biçûktir Firat û xwişka wê Dilovan ya ku tenê çend mehî ye di malbateke Kurd de dijîn. Bavê wan ji bo rojnameyeke Kurdî dixebite û xaltika wan jî di qada siyasî de pir çalak e. Nasekî malbatê, yê ku neçar maye xwe veşêre, çend rojan li mala wan dimîne. Hefteya paşîn, dema ku dê û bav ji dawetekê vedigerin li ber çavên zarokên xwe ji aliyê endamên JÎTEMê ve têne kuştin. Derhêner Miraz Bêzar bûyer, sûc û wehşetên ku di salên 1990an de ji aliyê JÎTEMê ve hatine kirin bi awayekî estetîkî bi çav û nêrînên zarokên ku bê dê û bav mane û ji ber vê yekê li kolanan dijîn, pêşkeşî temaşavanan dike.
Moderator: Sîdar Bayram Orhan
Wergêr: Sozdar Jafarzadeh
Roj: 14ê Hezîrana 2025an
Dem: 18:00 - 21:00 Uhr
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê
Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
E-Mail: info@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 81797365