Ji 1ê Tîrmeha 2025an pê ve, Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) dê projeya Rêberên Întegrasyonê li Friedrichshain-Kreuzbergê bigire ser xwe. 13 xebatkar dê piştgiriyê bidin penaber û koçberên nû yên li navçeyê. Ew dê wekî navbeynkarên ziman û çandî bixebitin ku pêkhate û alingariyên li Almanyayê baş nas dikin, dikarin bi sazî û rayedaran re "piran ava bikin" û pêvajoyên beşdarbûnê hêsan bikin. Hemû angebotên projeyê bêpere ne û ji Duşemê heta Înê di navbera demjimêr 9:00 û 15:00 de dikarin serlêdan bikin:
Bi projeyê re, komeleya Yekmalê hîn bêtir navçandî bûye, ji ber ku hevkarên me bi van zimanên jêrîn kar dikin:
Almanî, Kurdî (Kurmancî - Soranî), Amharî, Erebî, Aramî, Îngilîzî, Farsî, Îtalî û Fransî, Romanî, Rûsî, Spanî, Pular, Wolof/Mossî, Tigrinya, Tirkî û Viyetnamî.
Pêwendî
E-Mail: integrationslotsen@yekmal.de
Rêvebirê projeyê: Francesco Vellei
Piştgirên Darayî
Proje di çarçoveya bernameya herêmî de ji aliyê Rêveberiya Senata Berlînê ya ji bo Kar, Sosiyal, Wekhevî, Întegrasyon, Pirrengî û Dij-Cudakariyê tê fînansekirin û bi hevahengiyek nêzîk bi ofîsa beşdariyê ya Rêveberiya Navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê tê bicîhanîn.