Galeriya Berlînê we vedixwîne şahiya xwe ya havînê ku ji bo pîrozkirina 50. salvegera damezrandina xwe lidar dixe. Em jî wek komeleya Yekmalê ku hevkarê Galeriya Berlînê ne, bi çalakiyên xwe dê beşdarî şahiyê bibin.
Stûdyoya Vekirî bi Atelier Bunter Jakob û hevparên wê re
Koma bavan a Yekmalê ji sala 2022an vir ve bi Galeriya Berlînê re li ser şêweyên hunerî yên xweîfadekirinê dixebite. Xebata wan jiyana rojane, bîranîn û hunerê bi awayên balkêş tîne cem hev. Di bernameyê de, koma me dê pratîka xwe wekî beşek ji stûdyoyek vekirî pêşkêş bike.
Herweha felafelên ku ji aliyê endamên komê ve li malê hatine amadekirin, dê werin pêşkêşkirin.
Demjimêr 15 – 17 li baxçeyê Galeriya Berlînê
Dirûtin: " Xizêmok çi xeyal dike?"
Di heman demê de, kolektîva me ya kulîlkan we vedixwîne çalakiya xwe ya di qada 207 m² de demjimêr 15:30 – 17:30. Ji sala 2022an vir ve, jinên ji kargeha dirûtinê ya Yekmalê li Galeriya Berlînê dicivin da ku ji bo têkiliya xwe bi xwezayê, bîr û nasnameya Kurd re şêweyên tekstîlê pêşve bibin.
Bi hevkarên xwe re, ew we vedixwînin ku di festîvala havînê de neqş, dirûtin û danûstandin li ser nebatan bikin ku ji zarokatiyê ve bi me re ne.
Cih: Berlinische Galerie
Alte Jakobstraße 124–128
10969 Berlin
Li vir çend wêneyên destpêkê yên li ser amadekariyan hene: