14 Tîrmeh 2025 | Berlîn

Yekmal beşdarî Festîvala „Fest für Alle“ bû

Yekmal beşdarî Festîvala „Fest für Alle“ bû

Her sal Kiez-AG „Köllnische Heide“ festîvalek mezin a cînartiyê ji bo zarok û malbatên navçeyê li dar dixe. Festîvala "Fest für Alle" a îsal di 4ê Tîrmeha 2025an de li Mehrgenerationenplatzê ya li Weiße Siedlungê pêk hat.

Li zêdetirî 30 îstasyonan gelek lîstik, vebijarkên werziş û xwarinê yên curbicur, herweha agahî ji aliyê komele û projeyên Köllnische Heide hatin pêşkêşkirin. Tîma Navenda Malbatan a High-Deckê jî li ser standa xwe agahiyên li ser angebotên navendê dan, vexwarin û vexwarinên sivik jî pêşkêş kirin.

Ji dema ku Yekmalê berî çend hefteyan li High-Deck-Siedlungê dest bi xebatên xwe kiriye, em bi gelek xebatkar û komeleyên hevkar re hevkariyê dikin û xebatên hêja li wir pêk tînin. Ev yek jî bicihbûnê hêsan dike!


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR