Roja Şemiyê, 12ê Tîrmeha 2025an, hevdîtina dawî ya semestera bihar-havînê ya Dibistana Şemiyê ya Yekmalê di atmosfereke şad de li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê pêk hat. Bernameya bi armanca ku ziman û çanda Kurdî bi zarokên li Berlînê bide nasîn û wan teşwîq bike, di roja xwe ya dawî de serkeftî bi dawî bû.
Zarokan, digel dêûbav û mamostayên xwe dawiya semesterê pîroz kirin. Piştî dersan hemû zarokên beşdar bawernameya beşdarbûnê wergirtin. Ev bawername wek pesindanek ji bo hewildanên wan û wek motîvasyonek ji bo hînbûna wan a zimanî hat pêşkêşkirin.
Dibistana Şemiyê ya Yekmalê projeyek Akademiya Yekmalê ye bi hevkariya Navenda Malbatan a Rengînê û beşa Beşdarî û Civatsaziyê ya Yekmalê.
Dibistana Şemiyê ya Yekmalê di dawiya sala 2023an de bi workşopên afirîner ên dansê bi zimanê Kurdî ji bo zarokan dest pê kiribû. Ji Nîsana 2024an vir ve veguherî bernameyek perwerdehiyê ya birêkûpêk. Bernameya Şemiyê ji bo sê komên temenî yên di navbera 4 û 10 salî de hatiye avakirin.
Armanca sereke ya Dibistana Şemiyê ya Yekmalê ewe ku ne tenê bi rêya dersên klasîk, lê di heman demê de bi rêbazên afirîner - bi rêya dans, muzîk û hunerê alîkariya zarokan bike ku bi zimanê Kurdî ve werin girêdan. Armanc ewe ku perspektîvek pirzimanî were pêşxistin û evîna zimanê dayikê were bihêzkirin.
Di sala xwendinê ya 2024/2025an de, nêzîkî 50 zarok beşdarî bernameya Dibistana Şemiyê bûn. Eleqeya baş a malbatên li taxên cûda yên Berlînê careke din pêdivî û giringiya van destpêşxeriyên civakî nîşan da.