Wêne ji aliyê: Shaswar Mame / Yekmal e.V.
Roja Pisporiyê ya Berlînê ku salane ji aliyê Tora BEFaNê ve tê lidarxistin, roja 26ê Îlonê bi sernavê "Pirrengiya Zimanan, Pirrengiya Mirovan - Pirtûkxane wekî Cihê Fêrbûnê yê Giştî" bi rêve çû. Ev xebat çend sal bûn bi awayekî serhêl pêk dihat, lê îsal rûbirû hat lidarxistin û bi tevahî 98 kes bi awayekî fîzîkî beşdar bûn. Herweha gelek kesan jî bi awayê weşana zindî beşdarî kirin. Bername bicoş derbas bû, ev jî girîngiya torbendiyê di navbera aliyên têkildar de nîşan dide.
Bername bi axaftina bixêrhatinê ji aliyê rêvebera giştî ya komeleya Yekmalê Günay Daricî dest pê kir. Piştre Katarina Niewiedzial berpirsyara karûbarên Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê ya Senata Berlînê axaftinek pêşkêş kir.
Di çarçoveya Roja Pisporiyê de neh workşop, hevpeyvînek bi Prof. Dr. Maisha-Maureen M. Auma re li ser "Cudakariya Hevsoziyê di Wêjeya Zarok û Ciwanan de - Pirtûkxaneyên Giştî çawa dikarin Ji bo Wekheviya Naskirinê bixebitin," û panelek bi nûnerên rêxistinên koçberan û Pirtûkxaneya Bajar a navçeya Pankowê re hatin lidarxistin. Bernameya me ji aliyê Danilo Vetter, Rêveberê Pirtûkxaneya Bajar a Pankowê ve hat birêvebirin.
Di dawiyê de gotûbêjek bi navê „Dönerdialog‘‘ bi beşdariya nivîskar Eberhard Seidel û kordînatora Tora BEFaNê Remziye Uykun li ser mijara „Doner û Pirzimanî“ hat kirin. Di dema gotûbêjê de, beşdaran bi hev re Doner xwarin, ev jî şêweyeke nû bû ku atmosfereke taybet afirand.
Ev xebat tenê bi saya piştgirên darayî û hevkarên wê gengaz bû. Em spasiya Pirtûkxaneya Bajar a Pankowê dikin ji bo piştgiriya wê ya darayî, hevkariya demdirêj û moderasyonê. Herweha spas ji Volkshochschule Pankow re ji bo dabînkirina cîh û spas ji Rêveberiya karûbarên Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê ya Senata Berlînê re ji bo piştgiriya wan a berdewam.
Em dixwazin spasiya rêxistinên endam û hevkarên Tora BEFaNê bikin ji bo beşdarbûna wan di vê xebatê de. Herweha spas ji bo Prof. Dr. Maisha-Maureen M. Auma ji bo hevpeyvînê, mêvanên panelê Rachel Namgally (Sources d’Espoir e.V.), Petronela Bordeianu (Koopkultur e.V.), Şeyma Arfavi (RAA) û Antje Haußner (stellvertretende Fachbereichsleitung Pankow), herweha Patriece Frehse ji Pirtûkxaneya Bajar a Pankowê.
Hêjayî gotinê ye ku piştgiriyên tîma Pirtûkxaneya Bajar a Pankowê û piştgiriya lojîstîkî ya tîma Yekmalê û beşdariya komîteya rêveberiya BEFaNê ya têkildarî naverok û rêxistinî ji bo pêkanîna serkeftî ya Roja Pisporiy pir girîng bûn.
Beşdarbûna gelek kesan hem bi awayekî fîzîkî û hem jî serhêl, xebata me kir bûyerek taybet û îlhambexş. Roja Pisporiyê girîngiya danûstandin û hevkariyê di navbera aliyên têkildar de ji bo bihêzkirina bêtir a pirtûkxaneyên giştî destnîşan kir.