Di 2ê Cotmeha 2025an de, me bi fermî Navenda Malbatan a High-Deckê li Hänselstraße 6 vekir. Gelek malbatên ji taxê beşdar bûn û ji bernameyeke cihêreng bi muzîk, lîstik û çalakiyên pratîkî ji bo zarokan, herweha bufeyeke dewlemend kêf girtin.
Ji bilî tîma navenda malbatê ya tam-dem, dayikên taxê bi boyaxkirina rû piştgirî dan bernameyê. Komeleya bwgt. e.V. û Diwan Akademie GmbH jî tevî angebotên xwe bi awayekî çalak beşdarî bernameyê bûn. Sarah Nagel, rêvebera ciwanan li encûmena navçeya Neuköllnê û Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici bixêrhatina mêvanan kirin.
Em bi taybetî kêfxweş bûn ku ji bilî malbat û zarokan, gelek hevkarên torbendiya me jî hatin cem me. Em spasiya Derya Caglar, Endama Parlamentoya Berlînê, Rêveberiya Taxa Sonnenallee-Süd/High-Deck, Ofîsa Koordînasyona Köllnische Heide û Zaroxaneya Hänselstraße dikin ji bo beşdariya wan.
Muzîk, bernameyên zarokan, axaftin û xwarina bi hev re atmosferek zindî afirand û girîngiya Navenda Malbatê ya nû wekî cîhek hevdîtinê ji bo rûniştvanên taxê destnîşan kirin.
Ji Nîsana 2025an vir ve, Navenda Malbatan a High-Deckê li Köllnische Heide/Neukölln ji aliyê komeleya Yekmalê ve tê birêvebirin û pêşwaziya malbatan û zarokên wan ên di navbera 0 û 6 salî de dike.