09 Cotmeh 2025 | Berlîn

Şahiya vekirina Navenda Malbatan a High-Deckê

Şahiya vekirina Navenda Malbatan a High-Deckê

 

Di 2ê Cotmeha 2025an de, me bi fermî Navenda Malbatan a High-Deckê li Hänselstraße 6 vekir. Gelek malbatên ji taxê beşdar bûn û ji bernameyeke cihêreng bi muzîk, lîstik û çalakiyên pratîkî ji bo zarokan, herweha bufeyeke dewlemend kêf girtin.

Ji bilî tîma navenda malbatê ya tam-dem, dayikên taxê bi boyaxkirina rû piştgirî dan bernameyê. Komeleya bwgt. e.V. û Diwan Akademie GmbH jî tevî angebotên xwe bi awayekî çalak beşdarî bernameyê bûn. Sarah Nagel, rêvebera ciwanan li encûmena navçeya Neuköllnê û Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici bixêrhatina mêvanan kirin.

Em bi taybetî kêfxweş bûn ku ji bilî malbat û zarokan, gelek hevkarên torbendiya me jî hatin cem me. Em spasiya Derya Caglar, Endama Parlamentoya Berlînê, Rêveberiya Taxa Sonnenallee-Süd/High-Deck, Ofîsa Koordînasyona Köllnische Heide û Zaroxaneya Hänselstraße dikin ji bo beşdariya wan.

Muzîk, bernameyên zarokan, axaftin û xwarina bi hev re atmosferek zindî afirand û girîngiya Navenda Malbatê ya nû wekî cîhek hevdîtinê ji bo rûniştvanên taxê destnîşan kirin.

Ji Nîsana 2025an vir ve, Navenda Malbatan a High-Deckê li Köllnische Heide/Neukölln ji aliyê komeleya Yekmalê ve tê birêvebirin û pêşwaziya malbatan û zarokên wan ên di navbera 0 û 6 salî de dike.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR