21 Cotmeh 2025 | Berlîn

Jiyana rêzdar - Li Rollbergê şansa Cudakariyê tune ye

Ji Cotmeha 2025an vir ve, me projeyek din bi navê "Jiyana rêzdar – şansa Cudakariyê li Rollbergê tune ye‘‘ li Berlînê dest pê kiriye. Ev proje rasterast Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê ve girêdayî ye. Berdengên me malbat, dêûbav û zarok, herweha sazî û aktorên girîng ên li taxa Rollbergê û nêzî wê ne.

Xebata me li ser wê yekê disekine ku em çawa bikarin piştgiriya dêûbav û zarokan bikin di jiyana wan a rojane de û wan bihêz bikin. Bi taybet jî dema ku ew rastî cudakarî û dûrxistinê tên. Em dixwazin cîhên ji bo guhdarkirina merivan biafirînin, têgihîştina hevbeş pêşve bibin, ramanan pevbiguherînin û bi hev re ji bo jiyanek rêzdar tevbigerin.

  • Bi komeleya Kiezanker e.V. re, em dixwazin strukturên domdar ava bikin da ku pêşî li cudakariyê bigirin û hêzdarkirinê pêşve bibin. Mînak em van xebatan dikin:
  • Şêwirmendiya vekirî ya dêûbavan li ser ezmûnên cudakariyê
  • Piştgirîkirina komên dêûbavan li ser pêşîlêgirtina cudakariya navçeyî û xwehêzdarkirinê
  • Vekirina workşopên hunerî yên afirîner ên hêzdarkirinê ji bo zarok, ciwan û mezinan
  • Perwerdehî ji bo pispor û xebatkarên piralî li ser xebata li dijî cudakariyê ya li taxê
  • Rojên çalakiyê ji bo ronîkirina mijarên hêzdarkirin û dijî-cudakariyê.

Dabînkerê projeyê, komeleya Kiezanker e.V. ye. Rêveberiya taxa Rollbergsiedlungê di çarçoveya bernameya Hevgirtina Civakî de piştgiriya darayî dike.

Pêwendî

E-Mail: anlaufstelle-nk@yekmal.de
Tel.: 0174 358 13 21
Cih: Mainzer Straße 26 A, 12053 Berlin

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR