01 Çileya Pêşîn 2025 | Berlîn | Akademiya Yekmalê

Akademiya Yekmalê bi fermî hat vekirin

Akademiya Yekmalê bi fermî hat vekirin

 

Di 10ê Cotmeha 2025an de, Akademiya Yekmalê ya Ziman, Perwerde û Lêkolînê gGmbH, li Akademiya Zanistî ya Berlin-Brandenburg (BBAW) li salona Einstein bi çalakiyeke taybet vekirina xwe pîroz kir.

Moderatortiya çalakiyê ji komela Yekmal, Befan Remziye Uykun kir. Axaftinên destpêkê ji aliyê Rêvebera Giştî ya Yekmal û Akademiya Yekmalê Günay Darici û seroka Bernameya Belgekirina Zimanên di Xeteriyê de (ELDP) û Arşîva Zimanên di binê Xeteriyê de (ELAR), Dr. Mandana Seyfeddinipur, ya li Akademiya Zanistî ya Berlin-Brandenburg, hatin kirin. Her du axaftvanan jî bal kişandin ser girîngiya pirzimaniya di nava civakê de, marjînalkirina civakên koçber û beşdariya wan ya demokratîk. Di vî warî de girîngiya xebatên wek yên Yekmalê hatin destnîşankirin.

Piştî axaftinên vekirinê, serokê berê yê Akademiya Yekmalê, Şerif Derince û seroka Akademiyê û Koordînatora Qada Perwerdeyê, Bahar Firat, pêvajoya sazbûn, awa û vîzyona pêşeroja Akademiyê pêşkêş kirin. Şerif Derince, bi nerîneke giştî di sala 2020an di nava Yekmalê bahsa avakirina xebatên ji bo Akademiyê anî ziman. Derince, di destpêka Akademiyê de bahsa lêkolînên li ser zimanê kurdî û mijarên civakî, pirzimanî û ezmûnên zimanê kurdî di asta C1 (TESTKURD C1) de ku li seranserê Ewûpayê tê pejirandin û sertîfikayên wê tên nasîn kir. Dîsa, Şerif Derince, di derheqê mijarên wek ji bo perwerdekar û pisporên zimanê kurdî xebatên mîna semîner, konferansên hatine lidarxistin, hevditinên bi zanyarên qada xebatên Akademiyê anîn ziman. Bêyî van Derince, di derbarê Kovara ji bo Zarokan, bi navê Pîya materyalên bi duzimanî hatine amadekirin de agahî dan.

Bahar Firat jî têgihiştina Akademiya Yekmalê ya rexnegirî, pirzimanî, dadmendiya civakî û berhemdariya zanistiya hevkar û hûrguliyên planên perwerdeya pêşkevtî û bernameyên pîşeyî dan nasandin. Firat, anî ziman ku armanca Akademiya Yekmalê di qada perwerdeyê de wek saziyeke naskirî, bi awayê zanistiya rexnegirî û bi şêweyê hevkariyê pirzimaniyê teşwîq dike. Bahar Firat, di axavtina xwe de tevî armancên Akademiya Yekmalê (Yekmal Akademî), plansaziya sala 2026an, ya ji bo bernameyên perwerdeyê weha destnîşan kirin:

•    Xebata Pedagojiya civakî ya rexnegir
•    Jiyana Kurdî - Xebatên civakî û pedagojîk
•    Ziman, Wêje û hunera Kurdî
•    Bernameyên Sertîfikayê ji bo mamostetiya Kurdî.

Bi van bernameyan Akademî, perwerdeyê ne tenê weke veguhestina zanînê/agahiyan di heman demê de; bihêzbûn, hevkarî û teşwîqkirina guhertina civakî jî dike qada navenda xebatên xwe.

Di dû axavtina kordînatora Yekmal Akademiyê Bahar Firat re çalakiyê bi hevpeyvîneke zanistî berdewam kir. Beşdarên vê hevpeyvînê: Dr. Mandana Seyfeddinipur (Seroka Bernameya Belgekirin û Arşîva Zimanên di binê Xeteriyê de, Akademiya Zanistî ya Berlin-Brandenburg), Prof. Dr. Katharina Brizić, (Zanîngeha Albert-Ludwigs-Universität Freiburg, pispora Sosyolenguîstîk/ Zanistiya civakî û Pirzimaniyê) û Prof. Dr. Cinur Ghaderi (Dibistana Bilind/Evangelische Hochschule Rheinland-Westfalen-Lippe, pispora Lêkolînên Koçberiyê, Zayendiya Civakî û Cudakariya Piralî) bûn.

Her sê zanyaran di derbarê mijar û pirsgirêkên homojeniya li dijî xwezaya zanistiyê, wek çavkanî girîngiya di perwerdeya pratîk de, rola pirzimanî û bandora wê ya dadmendiya civakî gengeşe kirin.
Ji bo lêkolînên di aliyên zanista civakî, zanista siyasî û zanyarên zimannasiyê ji bo girîngdayina van perspektîfan, Akademiya Yekmalê di van waran de bi taybetî ev zanyarên vê qadê vexwendibûn. Zanyariya di vê qadê de ji bo têgihiştina perwerdeya Akademiyê û xebatên Akademiya Yekmalê yên ji bo pêşerojê gelekî girîng in û ev dikare ji xebatên Akademiyê re bibe pêşbîniyeke pir baş.

Moderatoriya vê beşê ji Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê -Yekmal, Matthias Hofmann kir. Hofmann pirsên xwe di derbarê mijarên wek ji bo kêmkirina newekheviya epîstemîk (xwezaya zanistiyê), tomarkirin û zindîkirina pergala zimanên hatine marjînalkirin û rola sazûmankariya di warî de, ji bo berfirehiya siyaseta pirzimanî divê ji bo astengiyên siyasî, civakî û bîrdozî/îdeolojîk çi bên kirin? Cardin pirsgirêk li xwe mukurhatin û berçavkirina nijadperestiya li dijî Kurdan û bihêzbûna û di vî aliyî de û  teşwîqkirina pêvajoyên civakî/ sosyal, psîko-sosyal rola van xebatan pirsên bingehîn hatin kirin û bersivên girîng û hêja hatin dayin.

Di rûniştina çalakiyê ya dawîn de hewldanên perwerdeyê yên îlhamdar hatin pêşkêşkirin. Berê gerînendeya Dibistana Civaka Alman-Îskandînavî ya Berlinê Jarl Schultz, di çarçoweya têgeha pirzimanî û pirçandî de xebatên li dibistana xwe pêşkêş kirin. Li dibistanê, perwerde bi wekhevî bi zimanê danîmarkî, norweçî, swêdî û almanî tê dayin. Schultz, diyar kir ku her ziman di heman demê de tê wateya hêst, raman, nasname û civakbûnê. Dîsa wê anî ziman, dema ziman, cêjn û hîndekariya civakî, bi hev re bê peywendîdarkirin, ew dê di aliyê pirçandî û berpirsiyariya demokratîk de bi awayekî qadeke berfireh û herkesî di nava xwe de dihêwirînê bide avakirin.

Hevkara damezirêner yê Zanîngeha Off- University, Dr. Julia Strutz, xebatên modela perwerdeya bi hevkarî û derveyî-netew pêşkêş kirin. Zanîngeha Off-ê ji sala 2017an û vir ve ji 16 welatan, akademîsyenên di bin rewşa xeteriyê de ne û ji aliyê siyasî de tên/hatine şopandin, ji bo wan semînerên li ser înternetê li dar dixe. Armanc, bêyî astengiyên sazûmanî, siyasî, erdnîgarî, ji bo pêşvebirina hîndekarî, lêkolîn û weşangeriyê alternatîf ya dijîtal, li derî-sînoran pêşkêşkirina qadên perwerdeyê ne. Armanca sereke, dengên/dîtinên hatine marjînalkirin, werin darîçav/berbiçavkirin, zanist bibe wek qadeke dekoloniyal (dij-koloniyal), perwerde ji bo guhertin/pêşxistina civakî wek navgînekê bê têgihiştin.

Çalakî, bi pêşkêşiya Dawid Yeşilmen, tevî Tora (Tevna) li Dijî Cudakariyê ya Berlinê (ADNB), bi mijara şêwirmendiya ji bo tekoşîna li hember cudakariya zimanê kurdî, zaravayên kurmancî û soranî hat bidawîkirin. Ev yekemîn projeya li Almanyayê nijadperestiya li dijî-Kurdan e ku hatanî niha ev pirsgirêka civakî ya di nava civakê de bi kûrahî kok berdaye, lê bi giştî zêde berbiçav/ dîtbar nebûye. Ev proje di vî warî de projeyeke yekem û pêşêng ya civaka şaristanî/sivîl e. Proje, xebateke pêşengî dike: Têgînên qanûnî, derûnî (pisîkolojîk) û polîtîk werdigerîne zimanê kurdî û bi vî awayî cara pêşî ye derfetên zanîna tekoşîna li dijî cudakariyê, bi zimanê kurdî tê afirandin. Ev proje, nîşan dide ku dadmendiya zimanî, parçeyekî girîn yê beşdariya civakî ye.

Piştî pêşkêşiyên teorîk û pratîk yên ji bo xebatên Akademiyê, êvarê, bi xwarina şîvê re tevî muzîkê, çalakî bi resepsîyonekê hat bidawîkirin. Li gel xwarin, muzîk û sohbetên zindî û dilsoz, beşdarên çalakiyê li ser projeyên hevbeş, hevkariyên ji bo dema pêş û li ser perspekîtfên perwerdeya polîtîk bi kêfxweşî daûstendînên ramyarî û hêvîdar hatin kirin.

Em ji hemû kesên ku ev roj bi me re pîroz kirin re spas dikin û em li hêviya hevkariya we ya pêşerojê ne.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR