Di 5ê Mijdara 2025an de, avahiya Konfederasyona Sendîkayên Alman (DGB) li Bremenê bi zêdetirî 60 mêvanan tijî bû. Konferansa Dêûbavan wek beşek ji projeya "Konferansên Dêûbavan ji bo Întegrasyon û Beşdariya Demokratîk (E-DiT Plus)" ku ji aliyê Tora Rêxistinên Koçberan ji bo Perwerdehî û Beşdariyê ya Federal (bbt e. V.) bi hevkariya komeleya Yekmalê û MigraNetz Thüringen ve hatibû organîzekirin, encama hevkariya çend mehan bû.
Xebata ku di destpêka salê de bi komên nîqaşê yên biçûk dest pê kir, veguherî pêvajoyek fêrbûnê ya rastîn. Dêûbav ji paşxanên civakî, zimanî û çandî yên cihêreng bi xwe naverok û moderatoriya konferansê plan kirin. Pirsgirêkên ku di jiyana wan a rojane de ji bo wan girîng in, ji derfetên wekhev di dibistanan de bigire heya formên nû yên tevlîbûna civakê li taxan destnîşan kirin û perspektîvên xwe pêşkêş kirin.
Nûnerên ji siyaset, akademiyê û saziyên cûrbicûr ne hatibûn da ku li ser dêûbavan biaxivin, lê ji wan fêr bibin. Gelek beşdaran piştre gotin: "Ji bo cara yekem, min hest kir ku dengê min tê hesibandin."
Projeya E-DiT Plus li Bremenê ku ji aliyê bernameya hikumeta federal a bi navê "Demokratie leben!" û Weqfên Auridis û Abriporta ve piştgiriya darayî tê kirin, nîşan dide ku tevlîbûna demokratîk wê demê bi bandor e ku dêûbav ne wekî komek berdeng, lê wekî beşdarên çalak di şêwedana demokrasiyê de bên fêm kirin.