14 Çileya Paşîn 2026 | Nêrîn

Daxuyaniya Yekmalê li ser rewşa niha ya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

Ji dawiya Çileya Pêşîn a 2025an vir ve, li dijî tengasiya aborî, zordariya siyasî û pêkhateyên otorîter li Îranê xwepêşandanên berfireh tên lidarxistin. Dewlet bi taybetî li herêmên Rojhilatê Kurdistanê bi awayek tûndûtûj bersiva xwepêşanderan dide.

Ev pêla xwepêşandanan ji ber enflasyon, zêdebûna lêçûnên jiyanê û krîza diravî derketin holê. Xwepêşandan zû veguherî tevgerek civakî ya berfireh. Li Rojhilat hêzên dewletê bi tûndî êrîşî welatiyan dikin, li hemû bajaran leşker hatine belavkirin û bi awayekî komî welatî tên girtin. Kurd bi dehan sal in ku rastî cudakarî û binpêkirina mafên xwe yên siyasî, çandî û zimanî tên. Niha jî di nav komên ku herî zêde rastî tûndiyê tên, de ne.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan heta niha sedan kes hatine kuştin û deh hezaran jî hatine girtin. Di heman demê de, hikûmeta Îranê hewil dide ku bi rêya girtina înternetê û sansorê li seranserî welat rê li ragihandina serbixwe bigire.

Komeleya me tundûtûjiya li dijî sivîlên bêçek bi tundî şermezar dike û daxwaza rawestandina tavilê ji zordariyê, azadkirina hemû girtiyên siyasî û rêzgirtina mafên mirovan û mafê xwepêşandanên aştiyane dike.

Em weke Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) piştgiriya xwe bi civaka sivîl li Îranê û bi taybetî jî ligel Kurdên Rojhilatê Kurdistanê radigihînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextên siyasî li ser hikûmeta Îranê bikin.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)

14. Çileya Paşîn a 2026an

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR