Bi boneya 21ê Sibatê, Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê, em wek komeleya Yekmalê û Akademiya Yekmalê careke din tekezî li ser naskirin û bihêzkirina pêkhateyî ya waneya zimanê dayikê di sîstema Perwerdehiyê de dikin.
Zimanê dayikê ji amûrek têkiliyê pir zêdetir e. Ew nûnertiya nasname, ewlehiya hestekî, girêdanên malbatî û bîra çandî dike. Ji bo zarokan, bihêzkirina zimanê wan ê dayikê tê wateya aramiya di pêşkeftina wan de, derfetên perwerdehiyê yên çêtir û zêdebûna baweriya bi xwe. Ji bo dêûbavan, ew rêyek sereke ye ji bo beşdarbûna çalak di perwerdehiya zarokên xwe de. Ji bo civaka me, pirzimanî ji aliyê civakî, çandî û aborî çavkaniyek e.
Tevî vê jî, pergala perwerdehiya Almanyayê bi awayekî wekhev bi zimanan re tevnagere. Her çend hin ziman bi awayekî sazûmanî hatine damezrandin, lê yên din ji aliyê pêkhateyî ve di bêpar dimînin. Ev bi taybetî bandorê li zimanê Kurdî dike ku yek ji van zimanan e ku paşxana gelek kesên li Almanyayê ye. Wekî zimanek bêdewlet, Kurdî hîn jî di nav pergala perwerdehiyê de bi wekhevî nayê nas kirin. Ev tevgera newekhev bi prensîpa wekheviya perwerdehiyê û beşdariya wekhev re li hev nayê.
Di Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê de em daxwaz dikin:
Pirzimanî ne mijarek taybetî ye. Ew rastiyek e di civaka me de. Divê ev rastî di siyaseta perwerdehiyê de reng vede.
Komeleya Yekmalê û Akademiya Yekmalê dê berdewam parêzvaniya siyasetek perwerdehiyê ya hestiyar li hember cudakariyê û li gor pirzimanî û dadperweriyê bikin.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal & Akademiya Yekmalê
20ê Sibata 2026an