23 Sibat 2026 | Essen

Semînarek li ser Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê

Semînarek li ser Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê

 

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê, bi hevkariya çend saziyên Kurd li bajarê Essenê semînareke girîng hate lidarxistin. Armanca vê çalakiyê ew bû ku girîngiya zimanê dayikê were gotûbêjkirin û rewşa zimanê Kurdî li derveyî welat, bi taybet li Almanyayê were şirovekirin.

Di panelê de, nûnerê şaxa Essenê ya komeleya Yekmalê, Metîn Dursun wek panelîst beşdar bû. Wî di axaftina xwe de pêşî komeleya me da nasîn û xebatên saziyê di qada ziman, perwerdehî û xizmetên civakî de rave kir. Herweha, wî bi awayekî berfireh qala rewşa Zimanê Kurdî li Almanyayê kir û bal kişand ser astengî, kêmasî û derfetên heyî.

Di panelê de rewş, pirsgirêk, rexne û perspektîvên pêşerojê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran jî bi pirs û têbînîyên xwe bername gelek berhemdartir kirin.

Semînar bi danûstandinekî vekirî û bi bangewazî ji bo bihêzkirina hevkariya di navbera malbat, sazî û civakê de bi dawî bû.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR