Foruma Humboldtê bi hevkariya komeleya Yekmalê û şeş komeleyên din ên li Berlînê, rojek tijî çalakî bo pîrozkirina cejna Newrozê li dar dixe. Bernameyek pirreng ji axaftin, muzîk, govend, atolye, firoşgeh û xwarinên taybet li benda we ye.
Nêzîkî 300 milyon kes li seranserê cîhanê, di nav wan de Kurd, Efxan, Azerî, Îranî, Tacîk, Tirkmen, Ozbek û xelkê Başûrê Rojhilatê Ewropayê û Qefqasyayê, cejna Newrozê pîroz dikin.
Di 20 û 21ê Adarê de gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê cejna Newrozê pîroz dike. Newroz an jî Roja Nû hem sersala Kurdî ye û hem jî destpêka demsala biharê ye û vejîna xwezayê ye. Her sal di Newrozê de em bi hemû cudahiyên xwe tên cem hev û hêviya xwe ya azadî û rizgariya ji bindestiyê nû dikin û hêza yekîtî û xwedîderketina ji nasname û çanda xwe bihêz dikin.
Bo dîtina bernameyê pê livir bikin!
Em kêfxweş in ku cejna Newrozê bi mirovên ji çandên cûda re pîroz bikin. Werin em bi hev re cejna Newrozê pîroz bikin!