19 Adar 2026 | Dij-nijadperestî | Daxuyanî

21ê Adarê - Roja Navneteweyî ya li dijî Nijadperestiyê

21ê Adarê Roja Navneteweyî ya li dijî Nijadperestiyê ye. Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) dubare radigihîne ku nijadperestî li her aliyê cîhanê berdewam zêde dibe û gelek kes di jiyana rojane de, li saziyên perwerdehiyê, li bazara kar û li qadên giştî rastî cudakariyê tên. Di demekî de ku polarîzasyona civakî zêde dibe, ji her demê girîngtir e ku pêkhateyên hevgirtinê werin hêzdarkirin, cudakarî were eşkerekirin û piştgiriya kesên ku bandor bûne, were kirin.

Li gor vê paşxanê, komeleya Yekmalê di sala 2018an de Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal (CiD) damezrand. CiD beşa me ya li dijî cudakariyê ye û bi mijarên nijadperestîya li dijî kurdan, dijî-cudakariyê, hêzdarkirin, beşdarbûn û tevlîbûna civakî re eleqedar dibe.

Kesên ku rastî cudakariyê hatine, dikarin li vir piştgiriya taybetmend, rênîşanderî û şêwirmendiya dijî cudakariyê ya pispor bistînin. Şêwirmendî bi gelek zimanan tê pêşkêş kirin, di nav de Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngilîzî û Almanî. Xizmeta şêwirmendiyê ji bo wan kesan e ku rastî cudakariyê hatine an jî di dema tevgrîn bi pêkhateyên nijadperest re pêdiviya wan bi piştgiriyê heye.

Ji Mijdara 2021an vir ve, ji aliyê Yekmalê ve Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê tê birêvebirin ku bûyerên Nijadperestî, Dijî-cihûtî, Dijî-LGBTIQ*, Dijî-Sîntî/Romîna, Tundrewiya Rastgir û bûyerên din ên Cudakariyê li navçeya Neukölln a Berlînê belge dike. Welatî dikarin van bûyeran rapor bikin da ku asta rastîn a cudakariyê bêtir xuya bibe, hişmendiya raya giştî zêde bibe û pêşniyazên berbiçav ji siyaset û rayedaran re pêşve bibin.

Herweha, ji 1ê Tebaxa 2024an vir ve, em Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê birêve dibin. Ev navend ji bo hemû kesên li Neuköllnê ye ku ji şêweyên curbicur ên cudakariyê bandor dibin. Zarok, ciwan û mezin ên bi paşxana penaberî û koçberiyê an bêyî wê, li wir ji şêwirmendiyên seretayî sûdê distînin. Şêwirmendiya me bi gelek zimanan tê pêşkêş kirin, di nav de Kurdî, Almanî, Erebî, Îngilîzî, Spanî û Tirkî. Ev navend herweha bi rêya çalakiyên agahîdanê, kursên perwerdeyê û tora pîşeyî piştgirî dide xebatkarên piralî û pisporan da ku bi hev re stratejiyên li dijî Cudakarî û Nijadperestiyê pêş bixin.

Herweha komeleya Yekmalê Şêwirmendiya dijî-Cudakariyê bi zimanê Kurdî pêşkêş dike. Armanca wê ew e, ji aliyê civakî, hiqûqî û siyasî bi awayekî wekhev bi merivên Kurd ên li Berlînê re tevbigerin.

Di sala 2025an de, Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal (CiD) pirtûka "Jiyana Kurd li Almanyayê - Rastiyek (Ne)dîtbar di navbera Nijadperestî, Marjînalîzasyon û (Ne)Naskirinê de" bi zimanê Almanî weşand ku rastiyên jiyana merivên Kurd û şêweyên pêkhateyî yên cudakariyê eşkere dike.

Niha jî di Roja Navneteweyî ya li dijî Nijadperestiyê de, komeleya Yekmalê bang li mirovan dike ku cudakariyê paşguh nekin, lê bi hev re helwest bigirin, bûyeran eşkere bikin û ji bo civatek vekirî, pirreng û dadperwer bi hev re bisekinin.

 

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)

19ê Adara 2026an

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR