Zarok mezin dibin û pirsên dêûbavan jî zêde dibin. Çi di Zaroxaneyê de be çi jî di dibistanê de, dêûbav di rêya perwerdehiya zarokên xwe de roleke girîng dilîzin. Lê dêûbav xwedî kîjan mafan in? Ew çawa dikarin beşdar bibin, nêrîna xwe bibêjin û şêwe bidin perwerdehiya zarokên xwe? Herweha ji bo piştgiriya çalak a pêşkeftin û perwerdehiya zarokê/a xwe kîjan derfet hene?
Di çarçoveya projeya "Wirkt!" a komeleya Yekmalê de, em bi hevkariya perwerdekarek dêûbavan li Navenda xwe ya malbatan a High-Deckê li ser beşdariya dêûbavan workşopekê pêşkêş dikin. Di îvênta me ya agahîdanê de, em ê li ser derfetên beşdariya dêûbavan di zaroxane û dibistanê de biaxivin. Em ê li ser maf û rêbazên beşdarbûnê agahî bidin, şîretên pratîkî pêşkêş bikin û nîşan bidin ku bi kê re divê têkilî daynin. Herweha dê di atmosferek vekirî û aram de dem ji bo gotûbêj, pirs û axaftinê hebe.
Roj: 19ê Îlona 2026an
Dem: 11:00 - 13:00
Cih: Navenda Malbatan a High-Deckê
Hänselstraße 6
12057 Berlîn
Hemû dêûbav bi germî hatine vexwendin. Beşdarbûn bê pere ye.
Em li hêviya dîtina we ne!