Bernameya perwerdehiyê ya Akademiya Yekmalê ji bo Mamoste û Wanebêjên Kurdî di 11ê Îlona 2026an de, li Enstîtuya Eyaletê ya ji bo Dibistanên li Bremenê (LIS) dest pê kir.
Destpêkê axaftinên vekirinê ji aliyê Christian Buchberger, Cîgirê Rêveberê "LIS"ê, Esra Basha, Pispora Navçandî û Koçberiyê li Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê ya Bremenê (SKB), Barbara Schüll, berdevka şaxa Bremenê ya Sendîkaya Karmendên Perwerde û Zanistê (GEW), Semîr Xidir Ebdî, Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) û Günay Daricî, Rêvebera Giştî ya komeleya Yekmalê û Akademiya Yekmalê hatin kirin. Piştre modul, naverok û wanebêjên beşdar ên bernameya pêşxistina pîşeyî hatin pêşkêş kirin. Di dawiyê de, waneya yekem ku li ser modula "Wêjeya Kurdî û Wêjeya Zarokan" bû, hat destpêkirin.
Bi tevahî 26 kesan beşdariya bernameya perwerdehiyê ya Akademiya Yekmalê kirine. Ev bername bersivek e ji bo pêdiviya mamosteyên Kurdî yên waneya kurdî li dibistanên Almanyayê. Ev xebat encama kedek demdirêj e, bi taybetî ji aliyê Sendîkaya GEW û Koma Xebatê ya Kurdistanê, Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) û komeleya Yekmalê.