01 Tebax 2024 | Berlîn | Bremen | Şêwirmendî

Şêwirmendiya Malbatê ya Pirziman

Şêwirmendiya me ya Malbatê ya Pirziman li Berlîn û Bremenê piştgiriya malbatên koçber dike di alingariyên malbatî û mezinkirina zarokan de.

Armanca me ew e ku ji bo demên dijwar malbatan xurt bikin û bi hev re bixebitin da ku çareseriyên avaker pêşve bibin. Şêwirmendî bi awayekî kesane û nepenî bi zimanên Almanî, Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî tê pêşkêşkirin.

Em li ser mijarên wekî pirsgirêkên têkiliyên malbatî, mezinkirina zarok, perwerde, tendirustî û têkiliya bi zarok û ciwanan re şêwirmendiyê dikin. Herweha bersiva pirsên we yên li ser zaroxane, dibistan an saziya ciwanan (Jugendamt) didin. Ger pêwîst be, em malbatan dişînin cem pispor û navendên şêwirmendiyê yên taybetmend.

Armanca me ew e ku beşdariya malbatê bi rêya şêwirmendiya seretayî pêşve bibin, ji wan re aramî bibînin û ji bo zarokên wan jî derfetên perwerdehiyê yên wekhev bibînin.

Pêwendî

Berlin

Navenda Malbatan a High-Deck'ê

Hänselstraße 6, 12057 Berlin

Demên Şêwirmendiyê: Her Duşem (Demjimêr 13-15), Her Çarşem (Demjimêr 16-19) û her În (Demjimêr 9-12) bi Termîn.

Tel.: 030 768 09 062

E-Mail: fz-highdeck@yekmal.de

Navenda Malbatan a NW80'ê

Neudecker Weg 80, 12355 Berlin

Demên Şêwirmendiyê: li gor termînan e

Mobil: 0176 859 552 67

E-Mail: fz-rudow@yekmal.de

Navenda Hevdîtina Dayik-Zarokan a Şehrezadê

Donaustr. 88a, 12043 Berlin

Demên Şêwirmendiyê: li gor termînan e

Tel.: 030- 568 26 251

E-Mail: shehrazad@yekmal.de

 

Bremen

Tel.: 0421 49938003
Handy: 0178 6608852
E-Mail: buro-bremen@yekmal.de
Hansestraße 24, 28217 Bremen
Demên xebatê: her Pêncşem: 15:00 - 17:00 

 

Piştgirên darayî 

My alt text      My alt text

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR