25 Nîsan 2025 | Nijadperestiya Dij-kurd

Pêşwaziya me ya Newrozê li Berlînê bi vî awayî bû!

Pêşwaziya me ya Newrozê li Berlînê bi vî awayî bû!

 

Îsal komeleya Yekmalê cejna Newrozê wekî derfetek dît ji bo xebatekê li dijî Nijadperestiyê. Di 21ê Adarê de, bi hevkariya Encumena Koçberiyê ya Berlînê û Navenda Almanî ji bo Întegrasyon û Koçberiyê (DeZIM) me bernameya Pêşwaziya Newrozê lidar xist û bi vî awayî me qadek ji bo danûstandin, nîqaş û hevdîtinên çandî çê kir.

Bernameya Pêşwaziya Cejna Newrozê û panelên wê rastî eleqeyeke mezin hat û bi gelek mêvanan re bi tevahî serkeftî bû. Axaftina vekirinê û bixêrhatinê ji aliyê rêvebera giştî ya Yekmalê Günay Darici û hevseroka Encumena Koçberiyê Koray Yilmaz-Güney hat kirin.

Di beşa yekem de gotûbêjek bi sernavê „Perspektîvên di nav civakan de û gotûbêjên li ser tevgerîn bi formên Nijadperestiyê re“ hat lidarxistin. Panelîstan ezmûnên xwe yên kesane yên hevgirtina nav-civatî parve kirin. Çiqas dem girt ku hişmendiya di navbera civatan de mezin bibe. Mêvanên me yên axaftvan ev bûn:

  • Saraya Gomis – Perwerdekar, rayedara siyasî û çalaka li dijî Cudakariyê
  • Iris Rajanayagam – Dîroknas û lêkolînvan li ser teoriyên post û dekolonyal û Înterseksiyonal
  • Prof. Dr. Kenan Engin – Pisporê Zanistên Siyasî, nivîskar û mamostayê zanîngehê
  • Georgi Ivanov – Xebatkarê perwerdehiyê, endamê rûmetê yê rêveberiya giştî, herweha rêveberê Xala Têkiliyê û Şêwirmendiyê li komeleya Amaro Foro e.V.
  • Merih Ergün, rêveberê Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal a Yekmalê
  • Pêşkêşvan: Ed Greve, karmendê perwerdehiyê li Encumena Koçberiyê ya Berlînê

Gotûbêja duyem jî li ser mijara Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê bû. Pisporên me yên mêvan ev bûn:

  • Prof. Dr. Cinur Ghaderi – Profesor di Xebatên Civakî de, mamostaya Derûnzaniyê li zanîngeha Evangelischen Hochschule RWL
  • Dr. Rosa Burc – Pispora Civaknasiya Siyasî û xebatkara zanistî ya Cudakariya Neteweyî û Çavdêriya Nijadperestiyê li Navenda Almanî ji bo Întegrasyon û Koçberiyê (DeZIM)
  • Dr. Seyran Bostanci –  Xebatkara Zanistî ya mijarên Perwerdehî û Nijadperestiyê li Navenda Almanî ji bo Întegrasyon û Koçberiyê (DeZIM)

Her sê panelîstan di vê beşê de bal kişandin ser serpêhatiyên xwe û malbatên wan. Akademîsyen çawa gihîştin mijara Nijadperestiya dij-Kurd û rêya gihîştina wir çawa vebû, balkêş bû. Gelek kesan ji vê panelê îlham girtin. Piştî vê panela pir balkêş li ser "Nijadperestiya Dij-Kurd"", pirtûka nû ya Yekmalê hat nasandin. Pirtûk bi sernavê „Kurdisches Leben in Deutschland - Eine (un)-sichtbare Realität zwischen Rassismus, Marginalisierung und (Nicht)-Anerkennung“ye û ji nivîsên akademîk ên cûrbicûr pêk tê li ser Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê û jiyana kurdan. Pirtûk bi zimanê Almanî ye û ji aliyê weşanxaneya Beltz-Verlag ve di havîna 2025an de tê weşandin.

Di beşa dawî de ku ji bo şahiya Newrozê hatibû diyarkirin, hevseroka Yekmalê Şükran Pamukçi axivî û bal kişand ser wateya Cejna Newrozê û ev cejn li hemû kesan pîroz kir. Kurte-vîdeoyek li ser Cejna Newrozê hat nîşandan ku ji aliyê Yekmalê ve hatibû amadekirin. Demjimêr 19an jî Bufê hat vekirin ku bi xwarin û vexwarinên xweş hatibû dagirtin. Piştre jî Koma Muzîkê ya Bablîks bi berhemên xwe yên muzîka Kurdî hat ser dikê û beşdarên bernameyê kêfxweş kirin.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR