Îsal jî bi beşdariya gelek mêvanan di 22ê Adarê de şahiya cejna Newrozê ya ji bo Zarok û Malbatan hat lidarxistin. Ji aliyê herdu zaroxaneyên duzimanî yên Pîyayê li Kreuzberg û Weddingê û herweha Navenda Malbatan a Rengînê ve bernameyeke cûrbicûr hatibû amadekirin.
Beşa yekem a şahiyê me bi bernameyeke zarokan li Mehrzweckhalle Adalbertstraße dest pê kir. Vîdyoyek li ser Cejna Newrozê ji aliyê zaroxaneya me ya li Kreuzbergê, performansa koroya zarokan ji aliyê zaroxaneya me ya Weddingê, konsereke kurt ji aliyê koma Tembûrê ya zarokan, herweha performanseke dansê ya beşdarên Dibistana Şemiyê ya Yekmalê hatin pêşkêşkirin.
Piştre malbatan li Civiliparkê şahiya Newrozê berdewam kirin û bi bufeyeke xweş, stand, pêşangeh, çalakiyên afirîner û kombûnên civakî ji tava biharê kêf girtin. Pêxistina agirê Newrozê û dîlana kurdî li dora agir beşek giring a şahiya me bû.
Em spasiya hemû hevkar û hevparên xwe dikin ku beşdarî vê roja xweş û serkeftî bûn.