17 Adar 2026 | Newroz | Berlîn

Şahiya Newrozê ya Zarok û Malbatan

Ji dema damezrandina komeleya Yekmalê di sala 1993an de û vir ve, em her sal li Berlînê Şahiya Newrozê ji bo zarokan lidar dixin. Ji 2015an pê ve bûye Şahiya Newrozê ji bo Zarok û Malbatan. Em bernameyek tijî stran, muzîk, lîstik, workşop, çalakiyên afirandinê, govenda Kurdî, xwarin û gelek çalakiyên din pêşkêş dikin. Ji 2021an vir ve, êdî şahiya me ji aliyê şaxên me yên li eyaletên Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz û Bremenê jî tê lidarxistin.

Îsal jî em bikêfxweşî hemû malbat, zarok, dost û hevalên xwe vedixwînin da ku bi hev re cejna Newrozê pîroz bikin. Newroz; cejna biharê, berxwedanê, kêfxweşî û bihevrebûnê ye. Di salonên xweşik ên Spore Initiative de, bernameyek têr û tijî li benda we ye.

Bi hev re ligel komeleyên Rojavida, kolektîva Çalakên Efxanistanê û Spore Initiative me bernameyek pirreng amade kiriye. Di nav de angebotên ji bo zarokan û malbatan, konser, panel, govend, workşop û bazar hene.

Zarokên zaroxaneyên me di çarçoveya projeya Tum Bak Çap de performansa Defê pêşkêş dikin. Herweha stranên Kurdî yên Newrozê dibêjin, govendê digêrin û kurtefîlmek jî nîşan didin.

Beşa me ya Beşdarî û Civatsaziyê jî bi çalakiyên koma bavan û koma jinan beşdar dibe. Koma me ya bavan dê govendê pêşkêş bike û kargehekê ji lidar bixe. Koma jinan jî standeke afirandinê bi çalakiyeke tekstîlê ya pratîkî pêktîne.

Navendên me yên Malbatan jî bi kabîneyên rengîn ên lîstikan cîhek bo kêfxweşiyê bi taybet bo mêvanên biçûk ava dikin.

Bê guman wek her sal dê xwarin, muzîk û dans jî hebin. Em li hêviya rojeke şad û zindî ya tijî hevdîtin, dilxweşî û kêliyên hevbeş in!

  • Roj: 28ê Adara 2026an
  • Dem: 12:00 - 22:30
  • Cîh: Spore Initiative, Hermannstraße 86, 12051 Berlin

Hûn jî werin tevlî me bibin, malbat, zarok û hevalên xwe jî bînin. Werin em Newroza azadiyê û hatina biharê bi hev re pîroz bikin.

Newroz pîroz be!

Bername:

My alt text

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser