
Beşek giring a xebatên komeleya me beşa Piştgiriya Malbatê ye. Armanca me piştgirîkirina malbatan û endamên malbatan e di şêwaza jiyanê de, herweha teşwîqkirina wan di pêvajoya guherînê de. Em bi çalakiyên xwe bi taybetî ji bo malbatên xwedî ezmûna koçberî û penaberiyê, jîngehekê ava dikin da ku bersiva pêdiviyên kesane, daxwaz û bendewarî, maf, nasnameya civakî, têkiliyên civakî û vejîna laşî û derûniya wan bide. Di heman demê de em agahî û ezmûnên xwe di Workşop û semînaran de bi rêxistinên din, destpêşxerî û xebatkarên piralî re parve dikin.
Beşa Piştgiriya Malbatê di nav sazî û komên xebatê yên jêrîn de çalak e:
Piştgirên me yên Darayî
Rudow bi pirrengiya malbatî tê nasîn. Em cîhekî diafirînin ku ji vê pirrengiyê re dadperwer be.
Navenda Hevdîtina Malbatan li Mainzer Str. 26a (Boddinbox) gelek çalakiyên heftane yên curbicur pêşkêş dike.
Navenda Malbatan a High-Deckê li Hänselstraße 6, 12057 Berlin cihekî hevdîtinê ye ji bo dêûbav û malbatên ku zarokên wan ên heta 6 salî hene.
Griffbereit komeke lîstikê ya bi Almanî û Kurdî ye ji bo piştgiriya dêûbavan û zarokên wan ên 1 heta 3 salî.
Armanca me ew e ku ji bo demên dijwar malbatan xurt bikin û bi hev re bixebitin da ku çareseriyên avaker pêşve bibin.
Em alîkariya Dêûbav û malbatan dikin di mezinkirina zarokên wan de. Herweha piştgiriya malbatan dikin ji bo pêşvebirina pirzimanî, derfetên wekhev û beşdariya civakî.
Em zarok û ciwanên 8 heta 14 salî li Bremenê vedixwînin da ku bi rêya Sazê bikevin cîhana muzîkê.
Di kursa me de ciwan dikarin hunerên xwe yên dansê bibînin, afirînerî û îfadekirina xwe pêş bixin.
Armanca me ew e ku ji bo demên dijwar malbatan xurt bikin û bi hev re bixebitin da ku çareseriyên avaker pêşve bibin.