Hemû rojên Çarşemê zarokên di temena 1 - 6 salî de, dikarin tevî dê û bavên xwe beşdarî kargeha me bibin û afirîneriya xwe derxin holê. Bala kargehê li ser çêkirina berhemên hunerî yên biçûk û bi hev re xêzkirinê ye, herweha em zarokan fêrî karanîna amûrên wek firçe, meqes û zeliqok dikin.
Bername bi zimanê Kurdiya Kurmancî tê birêvebirin û pêşveçûna ziman bi çalakiyên afirîner re dike yek. Armanca me ew e ku em ji serxwebûna zarokan re alîkar bin û piştgiriya wan bikin di pêşkeftin û bihêzkirina jêhatîyên wan ên motorîk. Di kargeha me de Xeyal tê teşwîqkirin û jêhatîyên motorîk bi taybetî têne pêşxistin.
Ji aliyekî din ve, dê û bav fêr dibin ka ew çawa bikarin bi çalakiyên afirîner û hunerî yên hêsan piştgiriyê bidin pêşkeftina zarokên xwe û zimanê malbata xwe bihêz bikin. Bi hev re karên destan û boyaxkirin dibe sedem ku dê û bav û zarok bi hev re demek xweş derbas bikin û pêşkeftina zimanî bi zimanê malbatê hêzdar bikin.
Rêveber: Ayten Aksu
Dem: Her Çarşem, demjimêr 16:00-17:30
Pêwendî
E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: 030 206 79 610
Cîh: Navenda Malbatan a Rengînê: Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Piştgiriya Darayî
ji aliyê Bezirksamt Friedrichshain-Kreuzberg