Em kêfxweş in ku îsal jî Cejna Newrozê û sersala Kurdî pîroz dikin. Her sal di 21ê Adarê de, zêdetirî 300 milyon kes li cîhanê – Kurd, Îranî û Afganî jî di nav de – cejna Newrozê pîroz dikin.
Newroz ji bo gelê Kurdistanê sembola berxwedan, vejîn, hêvî û azadiyê ye. Li gund û bajarên Kurdistanê ev cejn bi awayên curbecur û bi kevneşopiyên çandî tê pîrozkirin û di heman demê de Kurdistanî li dijî zilm û nedadperweriyê dengê xwe bilind dikin.
Li Almanyayê jî em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê (Yekmal) her sal cejna Newrozê pîroz dikin. Di çarçoveya “Rojên Çanda Kurdî” de, em rijd in ku ziman û çanda xwe zêdetir bidin xuyakirin û wan weke parçeyekî xwezayî yê civaka ku tê de dijîn bidin nasîn. Bi vî awayî em derfeteke hêja diafirînin ku çanda xwe bidin nasîn û bi hev re cejneke xweş ji bo malbat û zarokên xwe pêk bînin.
Di heman demê de em wek Yekmal cejna Newrozê bi “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Nijadperestiyê” girê didin. Ne tenê ji ber ku her du roj dikevin 21’ê Adarê, herweha ji ber ku Newroz bi xwe berxwedana li dijî nijadperestî û cudakariyê ye – têkoşînek ku divê her roj li Almanya û Ewropayê bê kirin.
Di vê çarçoveyê de em di 21’ê Adara 2025’an de li Berlînê îvênta Pêşwaziya Newrozê û Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Nijadperestiyê pêk tînin. Bi ruhê Newrozê û sersala Kurdî em xebatên xwe yên ji bo parastina demokrasî û hevgirtina civakî li Almanyayê didomînin.
Em ji hemû kesên ku Newrozê pîroz dikin cejneke xweş û bi coş dixwazin!
Newroz Pîroz Be!