01 Çileya Pêşîn 2025 | Berlîn

Navenda Hevdîtîna Malbatan a Navçandî û Pirzimanî li Boddinbox'ê

Komeleya Yekmalê bi vekirina Navenda Hevdîtina Malbatan, xebatên xwe ji bo malbat, zarok û ciwanan li navçeya Neuköllnê ya Berlînê berfireh dike. Ev proje ji aliyê Hikumeta Federal a Almanyayê û Hikumeta Berlînê ve di çarçoveya bernameya fona pêşkeftina bajêr "Hevgirtina civakî - Bi hev re sêwirandina jiyana civakî" de tê fînansekirin.

Navenda Hevdîtina Malbatan li Mainzer Str. 26a (Boddinbox) gelek çalakiyên heftane yên curbicur pêşkêş dike - ji şêwirmendiya civakî bigire heya derfetên fêrkarî û angebotên piştgiriyê ji bo zarok û malbatên li taxê. Hemû xebat bêpere û pirzimanî ne da ku bihêsanî bigihîje her kesî.
  
Bi hevkariya hevparên ji Torên Herêmî û projeyên me yên li Boddenboxê "Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê" û "Em bi hev re xurt in", em cihekî zindî ji bo hevdîtin, piştgirî û beşdarbûnê pêşkêş dikin ku li vir mirov û komên pir cuda bikarin hev bibînin.
  
Navenda Hevdîtina Malbatan hemû rojên Şemiyê birêkûpêk angebotên ji bo malbatan pêşkêş dike. Herweha geştên li navçeyê jî pêşkêş dike da ku ezmûnên hevpar û hestek civakî ya xurttir pêş bixe. Wekî din, Navend ji bo komên dêûbavan ên xwe-rêxistinkirî û dilsoz vekirî ye. Ew dikarin li gorî rêkeftinê, li ba me cihek ji bo civîn û çalakiyan xwe peyda bikin.

Armanca projeyê ew e ku di nav taxê de enerjiyek hevpar biafirîne û bi hevkariyek nêzîk bi hevparên curbicur re, bi awayê herî baş piştgirî û rêberiya malbatên li taxê bike. Navenda me xwe wekî xalek têkiliyê ya pêbawer û cihekî pêşwazîkar li taxê dibîne ku mirov dikarin lê bicivin, nêrînan pevbiguherînin û piştgiriyê bidin hev.

Pêwendî

E-Mail: familie@yekmal.de 
Rêvebera projeyê: Sonja Galler 
Xebatkarên projeyê: Rezan Aksoy, Nooshin Poorkhodadadsanjabi 
Cih: Mainzer Str. 26a, 12053 Berlin 

Piştgirên darayî

Ev proje ji aliyê Hikumeta Federal a Almanyayê û Hikumeta Berlînê ve di çarçoveya bernameya "Sozialer Zusammenhalt – Zusammenleben im Quartier gemeinsam gestalten" tê fînansekirin.

My alt text

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR